Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser daxwaza cidî ya Herêma Kurdistanê bo çareserkirina pirsgirêkan kir

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe de bo Bexdayê, şeva şemiyê li Bexdayê beşdarî civîna Çarçoveya Hevahengiyê ya partiyên şîe bû û beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bû, ku ew civîn heta derengiya şevê dewam kir.
Li hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser giringiya hemahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê û karkirina hevbeş û parastina destûr û sîstema federalî û herwiha dîtina hevbeş ji bo birêvebirina welat û pêşarojê ku pêwîstî pê dît.
Herdu alî li ser peywendî û kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî gotûbêj kirin û Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê rijd e li ser çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûr.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û beşdarên civînê, kêfxweşiya xwe ji bo beşdarbûna Serok Nêçîrvan Barzanî di civînê de nîşan dan û tekezî li ser wê yekê kirin ku daxwazeke hevbeş ji bo jihev têgihîştinê û çareseriya pirsgirêkan heye.
Di civîna Birêvebirina Dewletê de mijarên hevbeş ligel Serokatiya Herêma Kurdistanê, giringiya cîbicîkirina rêkeftina avakirina hikûmeta federalî, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, xizmeta xelkê û serdana Serokwezîrê Iraqê bo Washingtonê hatin gotûbêjkirin.




