26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Siyasrtmedarê Iraqê Îhsan Şemmerî: Herdem geşbîn im birastî û niyeta Mesrûr Barzanî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarekî Iraqî dibêje, Hikûmeta Herêma Kurdistanê her ji serî de xwedî niyeteke baş bû li hember rêkeftinên ligel Bexdayê, lê mixabin hinek aliyên Bexdayê nexwestin ku ev rêkeftin bi ser bikeve û were cîbicîkirin.

Serokê Navenda Hizra Siyasî ya Iraqê Îhsan Şemmerî ji malpera KDP.info re got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti behaneyek ji hikûmeta Iraqê re nehiştiye ku karname û rêkeftinên hikûmetê cîbicî bike, ku ev yek îradeyeke mezin û girîng e ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve.”

Şemmarî got: “Herdu serokwezîr jî dixwazin pirsgirêkan çareser bikin, lê hinek alî dixwazin vê îradeya han winda bikin.”

Şemmerî got: “Ez hertim geşbîn im bi rastiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, lê ez ne bawer im ku hikûmeta Iraqê careke din astengiyan li pêşiya rêkeftinan çêbike.”

 

Nûçeyên têkildar