Myles B. Caggins: Me dilgiraniya xwe li ser petrola Kurdistanê gihand Koşka Spî

Hewlêr-KDP.info- Myles B. Caggins, Berdevkê Komleya Pîşesaziya Petrola Herêma Kurdistanê (Epicor) ragihand, weke ku hûn ji daxuyaniya Epicorê agahdar in, me çend tişt kirine, ji wan jî em bi medyayê re axivîne û ligel berpirsên Bexda, Kurdistan û Washingtonê li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê axivîne.
Myles B. Caggins ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê re got, me dilgiraniyên xwe gihand Koşka Spî, Wezareta Derve û endamên Kongreyê, derbarê vekirina boriya petrolê ya Iraq - Tirkiyê û herwiha mijara bûdceya navbera Bexda û Hewlêrê.
Caggins wiha got: “Me dît ku hikûmeta Iraqê deselata dadwerî û bûdceya xwe bikar aniye ji bo derxistina kêşe û astengiyan ji Herêma Kurdistanê re.”
Wî got jî: “Em naxwazin kêşeyan ber bi rewşek hestiyar ve bibin ji ber ku biryar e serokwezîrê Iraqê serdana Koşka Spî bike, ji ber wê jî em dixwazin alîkariya çareserkirina pirsgirêkan bikin.”




