Şîfa Barzanî: Gelê Kurd dilsozê dostên xwe ye..Gelek dostên me hene

Oslo-KDP.info- Bi mebesta naskirina heval û dostên gelê Kurd li Norwêjê, di bin çavdêriya Şîfa Barzanî Serperiştyarê Kurdên revenda Kurdistanî li Dîasporayê, li Osloyê civînek hat lidarxistin û çendîn kesayetiyên siyasî, akademîsyen û rojnamevanên dostên Kurdan tê de beşdar bûn.
Di destpêkê de Şîfa Barzanî behsa çawaniya guhdan bi dostên Kurdan kir û amaje bi wê yekê jî kir ku erkê wan e ku giringiyê bidin wan kesên ku dost in û hewl bidin ku doza Kurd li navendan zêdetir were naskirin.
Herwiha got: “Eger berê me digot tenê çiya hevalên me ne, lê niha em dibînin ku gelek hevalên me hene û hûn serbilindiya me ne.”
Çend axaftinên din jî ji aliyê beşdaran ve bi taybetî kesayetiyên Norwêcî hatin pêşkêşkirin û di axaftinên xwe de piştevaniya xwe ji bo dostaniya Kurd û Kurdistanê dûpat kirin û tekezî li ser berdewamiya vê piştevaniyê kirin.
Paşê jî bo rêzgirtin ji çalakiyên wan di warên curbicur de, serperiştyarê dîasporaya Kurdistanê bi vê mebestê çend kesayetiyên Norwêcî xelat kirin û hêvî xwest ku zêdetir giringiyê bi pirsa Kurd bidin. Herwiha tekez kir ku gelê Kurd gelekî dilsoz e li hemer dostên xwe û qet wan jibîr nake.
Di vê çarçoveyê de çendîn stranên resen ên çandî yên Kurdî bi awayê operayê ji aliyê Perwîn Şakar ve hatin pêşkêşkirin, herwiha çendîn hozan û helbest jî pêşkêşî mêvanên beşdar hatin kirin.




