25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Tenê Serok Barzanî û Kurdistan li Kurdên Feylî xwedî derketine”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro 44 sal bi ser jenosîda Kurdên Feylî re derbas bû û Berpirsê Ofîsa Karûbarên Kurdên Feylî dibêje, heta niha ti gav bo çareserkirina arîşeyên Kurdên Feylî nehatine avêtin, lê li ser pêşniyara Serok Barzanî, navendek ji bo çareserkirina hemû arîşeyên Kurdên Feylî tê avakirin.

Berpirsê Ofîsa Karûbarên Kurdên Feylî Elî Feylî ji malpera KDP.info re ragihand: “Sala borî li ser pêşniyara Serok Barzanî, me li Hewlêrê konferanseke navdewletî li dar xist, ku yekemîn konferansa navdewletî bû ji bo naskirina jenosîda Kurdên Feylî. Li ser pêşniyara Serok Barzanî, navendek ji bo çareserkirina hemû arîşeyên Kurdên Feylî tê avakirin. Lewma niha Hikûmeta Kurdistanê li ser avakirina wê navendê kar dike.”

Elî Feylî derbarê wê jenosîdê wiha got: “Heta niha 22 hezar ciwanên me winda ne û çarenivîsa wan ne diyar e. 600 hezar kurdên feylî ji bo Îranê hatin koçberkirin û mal û milkên wan ji wan re nehatiye vegerandin. Me gelek ziyan dîtine û heya niha Iraqê ji me re tiştek nekiriye. Tenê Serok Barzanî û Kurdistan li me xwedî derketine û xema me dixwin û kar dikin ji bo ku karesata hatiye serê me wek jenosîd were naskirin.”

Nûçeyên têkildar