25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û şanda pê re dicivin û danûstandinan li ser rewşa ewlehî û serbazî ya deverê û alîkarî û hevahengiyên xwe yên hevpar dikin.

Îro Pêncşema 04.04.2024 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Joel Vowell û şanda pê re civiyan.

Di wê civînê de ku Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl jî amade bûbû, danûstandin li ser rewşa ewlehî û serbazî ya deverê hatin kirin.

Her di çarçoveya wê civînê de, kurtiyek li ser kar û çalakiyên hevpeymanan li deverê hat pêşkêşkirin, herdu alî li ser berdewamiya metirsî û gefên DAIŞê li Iraq û deverê hevnerîn bûn û herwesa pêdivîtiya hevahengî û alîkariya hevpeymanan bi artêşa Iraqê û Pêşmergeyan re ji bo rûbirûbûna metirsiyan tekez kir.

Di pareke din a wê civînê de, dawî pêngav û pêşhatên piroseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge hatin behskirin. Herdu aliyan tekez li ser pêdivîtiya berdewamiya wê piroseyê kir û piştevaniya xwe ji bo pêngavên wê diyar kir.

Çend mijarên din ên girêdayî rewşa deverê û hejî pûtepêdana herdu aliyan aliyekî din ê wê civînê bûn û danûstandin li ser wan hatin kirin.

Nûçeyên têkildar