26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Armanc ji jenosîda Kurdên Feylî jinavbirina nasnameya gelê Kurdistanê bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di salvegera jenosîda Kurdên Feylî de ragihand, “Jenosîda Kurdên Feylî tawaneke jibîrnekirî ye û beşek ji wan tawanan e ku bi armanca jinavbirin û nehîştina nasnameya gelê Kurdistanê hatiye kirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 4ê Nîsanê bi boneya 44emîn salvegera jenosîda Kurdên Feylî peyamek belav kir û tê de ragihand, “Di 44emîn salvegera jenosîda Kurdên Feylî de, em bi rê û hurmet bîranîna wan hemû xwişk û birayên Kurdên Feylî dikin ku di helmeteke hovane ya ji rejîma berê ya Iraqê de, tenê ji ber kurdbûna wan û piştgiriya şoreşa gelê Kurdistanê rastî girtin, kuştin, windakirin û standina nasnameyê hatine.”

Di peyamê de hat gotin, “Jenosîda Kurdên Feylî tawaneke jibîrkirî û beşeke ji wan tawanên ku bi armanca tinekirin û jinavbirina nasnameya gelê Kurdistanê hatiye kirin.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir: “Pêwîst e hikûmeta Iraqê erkên xwe yên exlaqî û destûrî cîbicî bike û bi awayekî şayeste Kurdên Feylî û hemû qurbaniyên destê rejîma Beis a berê qerebû bike.”

Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Di salvegera jenosîda Kurdên Feylî de, em bejna xwe li hember giyanê şehîdên Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.”

 

Nûçeyên têkildar