Mesrûr Barzanî: Piştî gelek hewildanan çareserkirineke guncav ji bo pirsgirêka mûçeyan hat dîtin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê çareserkirina pirsgirêka xerckirina mûçeyê mûçexorên Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.
Îro çarşemê 3.04.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di ragehandinekî de diyar kir: ‘’ Piştî gelek hewildanan, bi hevkariya herdû tîmên Serok Wezîrên Hikûmeta Federalî û tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistan, çareserkirineke guncav ji bo pirsgirêka xerckirina mûçeyên mûçexorên Herêma Kurdistanê karî bê kirin.
Herwaha amaje bi wê daye: ‘’Ez sipasiya Serokwezîrên Federal, Mihemed Şiya Sûdanî û hemû wan hêz û aliyan dikim ku havkar bûn heta ku em bikaribin bi hevre wan astengiyan derbas bikin.’’
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan herwah got: ‘’Di dema borî de, hewildaneke mezin hatiye dayîn ku hemwelatiyên Herêma Kurdistan bê hêvî bibin, ji ber wê jî careke din ez sipasiya berxwedana fermanber û mûçexorên herêma Kurdistan dikim.’’
Herwaha balkişande ser wê jî: ‘’Di van du rojan de dabeşkirina mûçeyên meha Sibatê bi davî dibin û em hewil didin ku beriya cejnê, dest bi dabeşkirina mûçeyên meha Adarê jî bidin kirin.’’




