Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Sekreterê NY pirs hilbijartinan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê, Nûnera Taybet a Sekreterê Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê pêşwazî kir û wan mijara hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kir û têbîniyên partiyên siyasî yên li ser vê mijarê gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaertê re civiya.
Di civînê de rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pirsgirêka hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Herdu alî li ser pêwîstî û girîngiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hevdeng bûn û tekezî li ser têbîniyên aliyên siyasî û hewlên berfireh ên ji bo rakirina astengiyên li pêşiya pêvajoyê kirin.
Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî mijareke din a civînê bû.




