26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan

Humen Rights Watch, Hêzên Rejîma Sûrîya Sivikatîyê bi Mafê Mirovan dikin

Çavkanî: KDP.info

Rêxistina Humen Rights Watch ragihnad ku, hêzên hukûmeta Sûrîya kesên sivîl di oporasîyonên leşkerî de bikardihêne, di vê derbarê de hêzên supayê û çekdarên alîgirên rejîma Sûrîya, hevwelatîyên sivîl neçar dike, da ku li pêşîya tankan ber bi deverên pêdkdadanan ve biçin.

Herweha evê rêxistinê ragihand, ku armanca serekîya evê riftarê ewe "parastina hêzên leşgerî ya rijêma Sûrîya ye".

Her di evê derbarê de li gorî siteya "Elşerqlewsat" lêkolerê hawarhatinê di evê rêxistinê de got " hêzên Sûrîya sivikatîyê bi mafên mirovn dike, ku wan wek metalan bo parastinê bi kardihêne", herweha jî got" pêdivîye hêzên Sûrîya yekser dev ji evan karan berde".

Wek tê xuyakirin ku, pêkolên navdewletî yên ji bo ragirtina qeyrana Sûrîya heta niha serkevtin ne anîye û li gorî raporta Neteweyên Yekbûyî, heta niha nêza 8 hezar kes ku piranîyên wan ji xwepêşanderane li ser destê hêzên supayê û ewledarîya Sûrîya hatine kuştin.