25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî cejna Newrozê pîroz kir: Îradeya jiyana azad û serbilind a gelê me dê biser bikeve

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Newrozê û sersala nû ya kurdî, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand, “Newroz ji bo gelê Kurdistanê her tim bûye sembola serketin, azadî, rawestana li ber stemkr û zordaran û destpêka serdemeke nû.”

Serokwezîr di peyama xwe de ragihand, “Bi boneya hatina cejna Newrozê û sersala np ya kurdî 2724an, germtirîn pîrozbahî arasteyî hemû Kurdistaniyan dikim, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman, hêzên asayişa navxwe, malbatên şehîdan û qurbaniyên Enfalê û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.”

Herwiha tekez kir, “Newroz ji bo gelê Kurdistanê her tim bûye sembola serketin, azadî, rawestana li ber stemkr û zordaran û destpêka serdemeke nû.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Rêz û pêzanîna min ji bo gelê xweragir yê Herêma Kurdistanê heye, ku mixabin bûne qurbaniyên lîstika siyasî ya hinek kes û aliyên ku ji bo berjewendiyên xwe bazirganiyê bi mafên destûrî û mafên darayî yên gelê Kurdistanê dikin. Lê em piştrast in ku îradeya jiyana azad û serbilind a gelê Kurdistanê dê her biser bikeve. Hêvîdar im sala nû bibe sala dawîlêanîna hemû nexweşî, stem û neheqiyên ku li ser gelê Kurdistanê tê kirin.

Nûçeyên têkildar