25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî cejna Newrozê li gelê Kurdistanê pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna Newrozê û sersala nû ya kurdî, pîrozbahî li gelê Kurdistanê û Kurdistaniyên li derve dike.

Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê li tora civakî “X” belav kir û tê de got: “Bi boneya cejna netewî ya Newrozê û sersala kurdî 2724an pîrozbahiyê li xelkê xweşewîst ê Kurdistanê û Kurdistaniyên derveyî welat dikim.”

Serok Barzanî got jî: “Herwiha pîrozbahiyê li hemû gelên ku Newrozê pîroz dikin dikim. Hêviya xêr û xweşiyê ji her aliyekî re dixwazim. Newroza we pîroz be.”

Nûçeyên têkildar