Senator Graham: Em piştgiriya Kurdistaneke bihêz dikin

Hewlêr-KDP.info- Senator Lindsey Graham li Washingtonê ragihand, ewê her dem piştgiriya Kurdistaneke bihêz û mafên rewa yên gelê Kurd bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê bi Senatorê Amerîkî Lindsey Graham re civiya.
Di hevdîtinê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Senator Lindsey Graham û Amerîka kir ji bo piştevaniya wî ya berdewam ji Herêma Kurdistanê re û ronahî xiste li ser pêşhatên dawî yên li Iraqê û pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal.
Ji aliyê xwe ve, Senator Graham kêfxweşiya xwe li hember serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Washingtonê nîşan da û tekez kir ku ewê hertim piştgîriya Kurdistaneke bihêz û daxwaz û mafên rewa yên gelê Kurdistanê bike, bi taybetî parastina ewlehî û aramiyê, dabînkirina mafên darayî, bûdceya herêmê, destpêkirina hinardekirina petrolê û rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.




