25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêzçîrvan Barzanî û Serokê Ermenistanê derfetên pêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokkomarê Ermenistanê dike û bi hev re behsa derfetên pêşxistina peywendiyên Ereminstanê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re di warên bazirganî, weberhênan, kertê taybet, pizişkî û geştyariyê de dikin.

Nîvroya îro Pêncşema 29.02.2024 Serokê Herêma Kurdistanê Nêzçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Serokê Ermenistanê Vahagn Khachaturyan re civiya.

Di wê civînê de ku Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û wezîrên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûbûn, danûstandin li ser peywendiyên Ereminstanê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û taybet di warê aborî de hatin kirin, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û rewşa pêkhatan li hev guhertin.

Herdu aliyan behsa derfetên pêşxistina peywendiyên Ereminstanê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re di warên bazirganî, weberhênan, kertê taybet, pizişkî û geştyariyê de kirin, herwesa bal kêşa ser derfetên geştên rasterast ên asmsanî yên navbera Ermenistan û Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve.

Herwiha dawî pêşhatên rewşa deverê bi rengekî giştî mijara tewerekî din ê wê civînê bûn.

Nûçeyên têkildar