Serok Barzanî: Me û Serokê Ermenistanê gotûbêjeke berhemdar kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî îro Pêcşema 29ê Sibata 2024an bi Serokê Ermenistanê Vahagn Khachaturyan re civiya.
Serok Mesûd Barzanî li tora civakî “X” belav kir û dilxweşiya xwe li hember pêşwazîkirina Serokê Ermenistanê Vahagn Khachaturyan nîşan da.
Serok Barzanî ragihand, wan di civînê de gotûbêjêke berhemdar derbarê peywendiyên dualî yên di navbera Ermenîstan û Herêma Kurdistanê de kirin.




