John Keri serdana Bexdadê kir
__2013_03_24_h16m2s2__GH.jpg)
Bexda-KDP.info/ Wezîrê derveyê Amerîka John Keri duhî bi serdaneke neragihandî û ji nişka ve bo kombûna li gel berpirsên Iraqê û guftûgokirin li ser rewşa necêgîr a Iraqê û çend mijar û pirsên peywendîdar bi gorankarîyên evê dawîyê yên nawçeyê gihîjte Bexdadê.
Duhî yekşembîyê wezareta derveya Iraqê ragihand, ku firokeya hilgirê John Keri wezîrê derveyê Iraqê li firgeha Bexdadê danîşt û mebetsa hatina wî jî encamdana çend dîdar û kombûn li gel çend berpirsên Iraqê ye.
Wezareta derveya Iraqê herwis amaje bi ewê çendê jî daye ku Kerî di evê serdana xwe de dê li gel berpirsên Iraqê li ser pirsgelên peywest bi guhertinên evê dawîyê yên li nawçeyê û komek dosyayên hevbeşên navbera Amerîka û Iraqê guftûgo bike.
Her di bareya evê serdana wezîrê derveyê Amerîka de bo Iraqê, ajansa nûçeya Ruyterz (Rueters) ragihandiye, ku John Kerî di evê serdana xwe de, dixwaze pêşniyarekê bêxe berdem serok wezîrê Iraqa federal Nûrî Malikî da ku dubare çav bi ser biryara paşxisitina encamdana hilbijartinên encûmenên parêzgehan li her du parêzgehên Enbar û Neynewa (Mûsil) bigerîne.




