25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Muaz Xetîb dest ji serokatiya opozisyonê vekêşa

Çavkanî: KDP.info

Suriye-KDP.info/ Ehmed Muaz Xetîb serokê Hevgirtina Niştîmanîya Surîyê, hêza serekîya opozisiyona dijberî desthilata Beşar Esed dest ji serokatîya evê hevgirtinê berda.
Muaz Xetîb di peyamekê de, ev helwêsta xwe diyar kiriye û ragihandiye ku dest ji posta xwe berdaye. Muaz Xetîb ragiahndiye:
" dest ji kar berdana xwe ji Hevgirtina Niştîmanî radigihînim da ku bikarim bi azadîyeke zêdetir ve çalakîyê bikim. Ew kar li gel wergirtina posteka fermî mumkin nîne."

 Xetîb piştî ewê çendê dest ji kar berdana xwe ji posta xwe ragihand, ku rojek berê hinge weîrên karûbarên derve yên dewletên endamên Yekîtîya Ewropa nekarîn derbarê rakirina dorpêça çekdarî ya dijberên şekdarên dewleta Surîyê li gel hev rêkbikevin.

 Xetîb di naveroka nameya dest ji kar berdana xwe de rexne li ewan dewletan digre ku li dijî pirçek kirina çekdarên dijberên rejîma Surîyê ne. Xetîb di nameya xwe de wiha nivîsîye: " wêranbûna jêrxanên Surîyê, desteserkirina dehan hezar kes ji xelkê Surîyê, reva neçarîya sedan hezar ke sji xelkê û gelek êşên din bes nebûn heta ku civaka navdewletî birayr bide ku rê bidin gelê Surîyê bergirî û parstin axwe bike?"

Nûçeyên têkildar