26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê berê yê HAK-PARê Latif Epozdemir sersaxî ji Serok Barzanî re xwest

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Ji ber koça dawî ya Zekiya Mistefa Barzanî, Siyasetmedar û Serokê berê yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Latif Epozdemir peyameke sersaxiyê ji Serok Barzanî re şand.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Rêzdar Serokê Kurdistanê, cenabê Mesûd Barzanî

Li gel rêz û silavên dilînî. Hêvîdar im her tim serfiraz û serketî bin.

Min bihîst ku xwişka we ya hêja Zekiya Mistefa Berzanî wefat kiriye û çûye ser dilovaniya xwe.

Ez gelek xemgîn im û her wiha xemgîniya malbata cenabê Barzanî ji dil ve parve dikim.

Ruhşad bî. Xwedayê mezin bi rehma xwe şa bike. Serê malbatê û hezkiriyan sax be.Xwedayê mezin alîkarê we be.

24/02/2024

Latif Epozdemir

Siyasetmedar. (Serokê Berê yê Partiya Maf û Azadiyan/ HAK-PAR)”

Nûçeyên têkildar