26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Neteweyên Yekgirtî rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Muchen-KDP.info- Di çarçoveya tevlînûna xwe ya di Konfiransa Ewlehiyê ya Muchenê de, Serokê Herêma Kurdistanê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî re civiaya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Îna 16.02.2024 di çarçoveya tevlînûna xwe ya di Konfiransa Ewlehiyê ya Muchenê de, bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî danûstandin li ser rewşa ewlehî û siyasî ya Îraqê û asteng û metirsiyên li ser aramî û seqamgiriya Îraq û deverê bi rengekê giştî kirin.

Herwiha herdu aliyan tekez kirin ku ramî û seqamgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo tevaya deverê giring e û divê ewlehî û serweriya Îraqê parastî be û rê neyê dan ku Îraq ji bo nav aloziyên deverê bê rakêşan.

Herwesa herdu aliyan tekez jî kir ku di demekê de dever di rewşeka siyasî ya hestyar re derbaz dibe, divê hemî xwe rabigirin û ji bo aramkirina rewşê û parastina seqamgiriyê arîkar bin.

Nêçîrvan Barzanî pesna amadeyî û rolê Neteweyên Yekgirtî û hevkarî û arîkariyên wan ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir û kar û çalakiyên Neteweyên Yekgirtî li Îraqê bilind nirxandin.

Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî jî ji aliyê xwe ve spasiya rolê erênî yê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di piroseya iraq û Herêma Kurdistanê de kir.

Dawî danûstandinên Hewlêr û Bexdayê ji bo çarekirina arêşeyan, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pêdivîtiya kirina hilbijartinên Herêma Kurdistanê di nêzîktirîn dema guncayî de, rewşa deverê bi rengekê giştî û şer û rewşa mirovî li Xezzeyê jî çend mijarên dî yên civîna wan bûn.

 

Nûçeyên têkildar