26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Qeterê rewşa aloz a Rojhilata Navîn gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Munchen-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Îna 16.02.2024ê li Almanyayê di çarçoveya hevdîtin û civînên xwe da di Konferansa Asayîşê ya Munchenê de ligel Şêx Mihemed Bin Ebdulezîz Al Sanî Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê civiya.

Di civînê de li ser pêşhatên dawî yên ewlekarî li navçeyê, şerê li Gezzeyê, rewşa aloz a Rojhilata Navîn û derencamên wê gotûbêj kirin û tekezî li ser girîngiya hevkariyên hevbeş yên di navbera welatên herêmî de ji bo parastina aştî û aramiyê kirin.

Hevkariya Qeterê ya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna metirsiya terorê û kêşeyên ewlehiyê û çend mijarên din yên berjewendiya hevbeş mijarên vê hevdîtinê bûn.

Nûçeyên têkildar