Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Yûnanîstanê rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

Munchen-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro Îna 16.02.2024ê li Almanyayê di Konferansa Asayîşê ya Munchenê de ligel Kiryakos Mitsoutakis Serokwezîrê Yûnanîstanê civiya.
Di civînê da behsa derfetên pêşxistina peywendiyên Yûnanîstanê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina hevkariyên hevbeş, rewşa emnî û siyasî ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û gotûbêjên ji bona çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da û gefên terorê û metirsiya DAÎŞê kirin.
Herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyan di hemû waran da kirin. Di vê derbarê de Serokwezîrê Yûnanîstanê xwesteka xwe ya ji bo serdana Iraq û Herêma Kurdistanê di demeke nêz da nîşan da û nêrînên xwe yên li ser metirsiya aloziya li Rojhilata Navîn de danustandina bîr û ramanan kirin û tekezî kirin ku divê aramî û seqamgîriya herêmî bê parastin û rê neyê dan ku alozî û şer zêdetir berfireh bibin.
Peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran, rewşa Sûriyê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş di civînê de hatin gotûbêj kirin.




