25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK û YNK li ser 3 xalan lihev kirin: Parêzgarê Kerkûkê Kurd be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro Yekşema 4.2.2024 Ii Dabeşana Silêmaniyê civiyan.

Di daxuyaniya hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de hat gotin:

“Di civînê de piştî nirxandin û guftûgokirina rewşa siyasî û aborî ya herêmê û pirsgirêkên neçareserkirî yên bi hikûmeta federal re bi giştî û budçe, debara jiyanê û mûçeyên karmendan bi taybetî û hilbijartinên encûmenên parêzgehan bi berçavgirtina berjewendiyên bilind ên neteweyî û niştimanî li ser 3 xalan lihevhatinek hat kirin.”

Li gorî daxuyaniyê PDK û YNKyê li ser 3 xalan li hev kirine:

 

1. Herdu alî di vê qonaxê de ji bo berjewendiya welatiyên parêzgeha Kerkûkê li hev kirin divê parêzgarekî Kurd ji bo xizmeta xelkê bajêr û bajarokan were destnîşankirin.

 

2. Herdu alî hevdeng bûn ku erkê YNK, PDK û hemû aliyên Kurdistanî ye ku desthilata herêmê û destkeftên şoreş, têkoşîn û xwîna şehîdên Kurdistanê biparêzin.

 

3. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û aborî yên herêmê bi hikûmeta federal re di asteke bilind de, divê her du alî hewla çareserkirina pirsgirêkan bi giştî û jiyan, xizmetguzarî, budce û mûçeyên karmendan bidin.”

Nûçeyên têkildar