Mesrûr Barzanî û Serokê Fransayê civiyan

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Fransayê li Davosê civiyan û tewerekê serekî yê civîna wan girêdayî êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê bû.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 17.1.2024 li Davosê bi Serokê Fransayê Emanuel Macron re civiya.
Tewerekê serekî yê civîna wan girêdayî êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê bû ku li ser Herêma Kurdistanê gefeka rastîn e û binpêkirineka eşkere ya serweriya Îraqê û Herêma Kurdistanê ye. Herdu alî li ser giringiya parastina ewlehî û seqamgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.
Ji aliyê xwe ve Emanuel Macron bi dilgermî hevxemiya xwe ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir û bi piştgiriya temam a welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Emanuel Macron kir, ji ber hevxemî û piştevaniya wan a berdewam ji bo Herêma Kurdistanê, ku Fransayê di qonaxên cuda cuda de herdem piştevaniya gelê kurdistanê kiriye.




