25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK: Em bangî Neteweyên Yekbûyî dikin ku rê li van kiryarên nemirovane bigirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKyê têkildarî êrîşên li ser Hewlêrê daxuyaniyek da. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

Bi mixabîniyeke mezin careke din Komara Îslamî ya Îranê bi hicetên bêbingeh û bi rokêtên Balistî û bi droanan êrîş kir ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û gelek ziyan li pey xwe anî.

Em wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi tundî vê êrişa neheq şermezar dikin ku di encamê de gelek welatiyên sivîl ên bêguneh, jin û zarok şehîd ketine û birîndar bûne.

Ev êrişa neheq û tawankar bi armanca têkdana aramiya Herêma Kurdistanê, çêkirina kaosê, binpêkirina yasayên navneteweyî û serweriya Herêma Kurdistanê û Îraqê ye.”

PDKyê bangî Hikûmeta Federal a Iraqê, civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku li hemberî êrişên Îranê helwestê nîşan bidin.

Em bangî Neteweyên Yekbûyî, civaka navneteweyî û hemû aliyên siyasî yên li dijî teror û tundûtûjiyê dikin ku li hemberî vê destdirêjî û êrişên dubare yên Komara Îslamî ya Îranê rawestin û rê li van kiryarên nemirovane bigirin.

Nabe êdî welatiyên serbilind ên Kurdistanê bibin armanca mûşek û dronên Komara Îslamî ya Îranê û grûpên girêdayî wê.

Divê hikûmeta federal erkê xwe yê yasayî û destûrî yên parastina welêt û serweriya Iraqê bi cih bîne û êdî wekî berê li hemberî van êriş û destdirêjiyan xemsar nemîne.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên vê êrişa hovane re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”

 

Nûçeyên têkildar