26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Hiceta Pasdaran ji bo êrîşê bêbingeh û dûrî rastiyê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa artêşa Pasdarên Îranê li ser Hewlêrê şermezar dike û radigehîne, “Behaneya artêşa Pasdarên Îranê ji bo êrîşa li ser Hewlêrê bi temamî bêbingeh û dûrî rastiyê ye”.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro Sêşema 16.1.2024 peyamek belav kir ku tê de hatiye:

“Em wê êrîşa dijminkarî ya ku artêşa Pasdarên Îranê şeva borî bi moşekên dûrhavêj kiriye ser Hewlêrê gelek bi tundî şermezar dikin, ku di verêja wê de hejmareka welatiyan birîndar û şehîd bûne.

Em serexweşiyê li malbat û kesûkarên şehîdan dikin, em hevsoz û hevxemên wan in û em daxwaza zûçarebûnê ji birîndaran re dikin.

Berdewamiya armanckirina Herêma Kurdistanê û şehîdkirina welatiyan tawaneka bêbehane û dijî qanûnên navdewletî û cîraniyê û nirxên mirovî ye, herwesa binpêkirineka berçav a serwerî û aramî û seqamgiriya Iraqê ye. Herêma Kurdistanê qet ji bo çi aliyekî çavkaniya gefan nebûye û dê nebe.

Hiceta artêşa Pasdarên Îranê ji bo êrîşa li ser Hewlêrê bi temamî bêbingeh û dûrî rastiyê ye, lewma em daxwazê ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê dikin ku ji bo diyarkirina rastiyan bilez dest bi lêkolînan bike, herwesa erkê xwe ji bo parastina Herêma Kurdistanê bi cih bîne û rêyê li wan êrîşan bigire.”

 

Nûçeyên têkildar