26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan

Turkîya Balîyozxaneya xwe li Dîmeşqê girt

Çavkanî: KDP.info

îroj duşembê jêderekî dîplomatîkî Turkîya ragihand, ku ji ber têkçûna rewşa ewledarîyê li Sûrîya,  Turkîya balîyozxaneya xwe ya li Dîmeşqê paytexta Sûrîya girt û hemû kesên dîplomat di evê balîyozxanê de ji Dîmeşqê ber bi Turîyê ve çûn.

Di evê derbarê de li gor ajansa France Press, evî jêderî yê ku nexwest navê xwe xuya bike eşkere kir ku, karê balîyozxane ji roje dişembê ve dihê ragirtin û hemû kesên dîplomat ber bi Turkîyê ve diçin.

Herweha evî jêderî jî got, lê belê dê kosulxaneya giştîya Turkîya li bajêrê Helebê (ya ku dikeve bakurê Sûrîyê) dê vekirî bimîn e ji bo rêvebirina karûbarên welatiyên Turkiya li wî welatî.

Weha jî da nîşandan ku, girtina evê balîyozxanê nameyaka sîyasî bihêze ji bo rejîma Sûrîyê.

Wek dihê xuyakirin ku Turîya li gel dewletên Yekîtîya Ewropa wek Îtalîya, Feranse, Birîtanîya û Holanda herweha Amerîka ev pêngava han bicihanî.