Serokê Herêma Kurdistanê li gel cemawerê paytext agirê cejna Newrozê hilkir

Serokê Herêma Kurdistanê li gel cemawerê paytext meşxela agirê Newrozê cejna neteweyiya Kurdî li Parka Şaneder hilkir û got: Berî 2700 salan gelê Kurdistanê dijî zordariyê raperî, Kawayê hesinkar Dehakê dîktator li navbir bo ku azadiyê ji bo gelê xwe bîne. Ji wê demê heta îro gelê Kurdistanê bi tu awayek bi jiyana bindestî û jêrdestiyê razî nabê.
Êvariya îro çarşem 20 Adara 2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê beşdarî li Festîvala Azadî û Newrozê kir û li Parka Şaneder li gel cemawerê paytexta Herêma Kurdistanê agirî cejna neteweyiya Newrozê hilkir. Her bi vê helkeftê li gotareke kurt da ji bilî pîrozbahîkirina cejna Newroz li hemû gelê Kurdistanê, pîrozbahiyê li wan gelan jî kir, ku li gel gelê Kurd li wê rojê da li jêrdestî û zulm û sîtemkariyê rizgar bûn.
Serok Barzanî li beşekî dinê gotara xwe de behsa pîroziya wê rojê kir û got: Berî 2700 sal gelê Kurd dijî zordariyê raperî û Kawayê hesinkar dîktatorek ji navbir bo ku azadiyê ji bo gelê xwe bîne. Her wiha daxwaz ji cemawerê Kurdistanê kir sirûşta ciwana Kurdistanê pak rabigrin û biparêzin û got: Bi pêwîstî dizanim daxwazekî birayane li hemû mal û takekî Kurdistanê bikim, ku xweşikiya vê sirûştê û paqijiya welatê xwe biparêzin.
Her li vê helkeftê Serokê Herêma Kurdistanê wê yekê bi bîra hemû aliyek anî, ku kêşeya Kurd, ne kêşeya çend meseleyekî îdariye, belku kêşeya neteweyeke, kêşeya maf û axe. Her wiha carekî din wê pirsiyarê li Bexda kir, ku gelo em şerîkîn ya na?
Li dawiyê de Kurdistaniyan dilniya kir ku Herêma Kurdistanê li gel peyman û diyalogêye, lê belê eve jî ragihand ku Herêma Kurdistanê amadehiya hemû egereke.
Paşê bi zimanê Erebî carekî din bi xêrhatina Serokê Zanîngehên Erebî kir, ku niha li Hewlêra paytextin ji bo beşdarî kirina li konferansa xula 46 emîna Yekîtiya Zanîngehên Erebî û got: Konferansa we serkeftinekî din bû ji bo Herêma Kurdistanê û Hewlêra paytext, Hewlêr û Kurdistan şanaziyê bi amadebûna we dike.
Eve jî naveroka gotara Serokê Herêma Kurdistane:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Xuşk û birayên xweşdivî...
Mîhvanên birêz...
Gelek gelek bextewerim, ku îro li vê salvegera pîroz da, salvegera cejna me ya neteweyî, cejna Newroza pîroz de beşdarî dikim. Hêvîdarim hemû salek bi xweşî vê salvegerê pîroz bikîn. Bi vê helkefta pîroz de pîrozbahiyekî germ li hemû Kurdistaniyan dikim li her kuderê bin. Her wiha pîrozbahiyê li wan hemû gelan jî dikim ku li gel me Kurdan vê salvegerê pîroz dikin û li gel me ji destê dîktatoriya wê serdema berî 2700 salan rizgar bûn.
Berî 2700 salan gelê Kurdistanê dijî zordariyê raperî, Kawayê hesinkar Dehakê dîktator ji navbir bo ku azadiyê ji bo gelê xwe bîne. Ji wê demê heta îro gelê Kurdistanê bi tu awayekî bi jiyana bindestî û jêrdestiyê razî nabê.
Dijmin û nehezên gelê Kurdistanê dikarin me kîmyabaran bikin, dikarin me enfal bikin û dikarin me bikujin, lê belê bi tu awayekî nikarin îradeya me bikujin. Ji ber wê bila kes xwe taqî neke û neceribîne şerê îradeyê li gel gelê Kurdistanê bike.
Xuşk û birayên ezîz..
Newroz wate azadî, rizgarbûn, nûbûn û hengav avêtina berev lutkeya serkeftinê. Ez li vir da bi pêwîstî dizanim daxwazekî birayane li hemû malek û takekî Kurdistanî bikim, xwedê vî welatê xweşik û sirûşta xweşik bi me bexşiye, ku diçine seyranê, bi hêviya xwedê hemû rojekî we her seyran bê û li xweşî û bexteweriyê da bin, lê belê xweşikiya vê sirûştê û pakiya welatê xwe biparêzin.
Ezîzan...
Her çende ne helkefta wê yekê ye biçim nava naverokên wan hemû babetan, lê belê dîsan bi pêwîstî dizanim balê bikşînim li ser wê yekê ku renge hinek kes wiha têbigihin, ku kêşeya me, kêşeya çend meseleyekî îdariye. Nexêr kêşeya me, kêşeya neteweyeke, kêşeya mafe, kêşeya zeviye, kêşeya sînore û kêşeya hevbeşbûne li hikumranî, eve kêşeya serekiye, kêşeyên din hemû lawekîne. Ji ber wê ez niha jî dibêjim û wê pirsiyarê pêşkêşî birayên xwe yên li Bexda dikim ku bersîva me bidin: Em şerîkîn ya na?
Li dawiyê de, ez carekî din Newrozê li hemû Kurdistaniyan pîroz dikim û gelê Kurdistanê dilniya dikim, em herdem li gel peyman û diyalogê ne, lê belê bi hemû baweriyek we ji we re dibêjim, Herêma Kurdistanê ji bo hemû egerek amadeye.
Em bi piştevaniya xwedayê mezin û gelê Kurdistanê bi hêzîn. Êdî her li xweşî û bexteweriyê da bin, bi hêviya xwedê hemû rojekî we Newroz û cejin dibê. Silavê germ ji bo we hemûyan çi ewên li vê ahengê de amadene çi ewên dûrin, çavê we hemûyan maç dikim her bimînin.
Ji bo temaşekirina video ya vê gotarê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...




