25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Em nabin çavkaniya gefan li ser Îranê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê li Konsulxaneya Îranê ya Hewlêrê ji rojnamegeran re ragihand ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Îranê re baş in û Herêma Kurdistanê nabe çavkaniya gefan li ser Îranê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Konsulxaneya Îranê ya Hewlêrê beşdarî şîna qurbaniyên teqînên Kirmana Îranê bû.

Nêçîrvan Barzanî piştî ku beşdarî şînê bû û sersaxî xwest bersiva pirsên rojnamevaan da.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “DAIŞa terorîst diyardeyeke herêmî ye û li herêma me heye. Me bi Îranê re tekezî li ser wê yekê kir ku divê em hevkarî û xebata xwe bidomînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha anî ziman: “Komara Îslamî ya Îranê cîranekî me yê girîng e û em dixwazin pêwendiyên me yên baş bi wê re berdewam bin. Bi baweriya min niha pêwendiyên me bi Komara Îslamî ya Îranê re baş in û em hêvîdar in ku baştir bibin. Ji ber ku em cîran in, li cihê ku pêwîstiya me bi alîkariyê hebûye Komara Îslamî ya Îranê alîkariya me kiriye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Me berê jî û niha jî ev yek aniye ziman ku em bi ti awayî li ser cîranên xwe bi taybetî Komara Îslamî ya Îranê nabin çavkaniya gefa

Nûçeyên têkildar