26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

serok barzani: D Dîroka Gelê Kurd de ev newroz bûye ku, bûye sedema werçexanên mezin

Çavkanî: KDP.info

Bi minasebeta hatina sersala nû ya Kurdî û Cejna netewî ya Newrozê evro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Gelê Kurd kir ku, ew jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê bexşende û mihiriban

Bi minasebeta hatina cejna netewî ya newroz û sersala nû ya Kurdî gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Gelê Kurd bi tevahiya pêkhateyên xwe ve û tevahiya wan neteweyan dikim ku, weke Gelê Kurd ev cejna han pîroz dikin.

Hêvî dikim tevahiya sal û demên we têjî ji şadî, bextewerî û kameranî be.

Newroz bo Gelê Kurd xwedan mana û wateyeke taybetiye, di dirêjahiya Dîroka Gelê Kurd de ev newroz bûye ku, bûye sedema werçexanên mezin, jibilî hatina Buhar û zîndîbûna xwezayê, newroz bo me sembola jiyan, hêviyan, azadîxwazî û rûbirûbûn li dijî zilim û zordariye.

Piraniya serkeftin, xweşî û nexweşiyên Gelê Kurd di nava newrozê de qewmîne û Dîroka me xemlandine, newroz nîşaneya vê yekêye ku, zêdetir ji 2700 sale Gelê Kurd zilim û zordarî qebûl nekiriye û niha jî nake.

Newroz hertim mizgîniya hilweşandina neyarên Gelê me û destpêkeke nû dide me, her bi vê minasebeta han û bi minasebeta rizgar kirina Bajarê Kerkûkê jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Şîniyên Kerkûk û xelkê Kurdistanê dikim.

Derketina tîşka azadiya rizgariya Kerkûkê di roja newrozê de wateyeke din ya girîng da bi newroz, edebiyata siyasî û netewî û ev yek selmand ku, Kerkûk, newroz û Kurdistan bi ti awayî ji hev nayên weqetandin.

Hêvî dikim newroz evsal bibe sedema bidest xistina tevahiya mafên reva yên Gelê Kurd û nehêştina zilim û zordarî û sepandina aştî û tebayî li seraserê Cîhanê de.

Careke din pîrozbayiyên xwe bi minasebeta newrozê pêşkêşî tevahiya Gelê Kurd dikim û hêvî dikim cejneke aram û asûde derbas bikin û bi parastina paqijiya jîngehê xweştewîstiya xwe bo welat û nîştimana xwe diyar bikin.

Serokê Kurdistanê

Mesûd Barzanî

 

 

 

KTV ...

Nûçeyên têkildar