Elî Bapîr: em li hember Malikî bê deng û bê helwêst nabin

Mamoste Elî Bapîr mîrê komeleya Îslamîya Kurdistanê, gotarek di bareya helwêsta wan hember wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî belav kir.
Di evê gotarê de dibêje: "heger kesek ji dunyayê bê xeber be yan haya wî ji sîyasetê nebê yan tundrew be, li hember pêkolên guherînê û çareserkirinê bê deng be yan bê helwêst nabe".
Herweha dibêje: " heger her kesek bi hûrî û bi wîjdanê xwe temaşeya rastîya sîyasîya Iraqê bike, nikare çavê xwe ji evê rastîye bigire ku stam û rakirin û ne hevsengîyeka mezin li Iraqê hatîye encamdan, ku hinek alî hene mijûlî komkirina desthilatê nav destê xwe de dikin, ku gelek ji pêkhate, part, êl û eşîret û kesayetî hene hatine îhmal kirin".
Herweha Bapîr di dawîya gotinê xwe de dibêje em wek alîyekî Îslamî, bê helwêst nabin û rastîye me jî rê pê nade ku em bê deng bin.




