25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Ala hemû pêkhateyên Kurdistanê, bilind û pîroz be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û nûnerên pêkhateyên Kurdistanê, îro 17.12.2023an merasîma roja Ala Kurdistanê hat lidarxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmê de ragihand, “Di roja alaya Kurdistanê de, em bîranîna vê alayê, alaya hemû pêkhatên Kurdistanê, pîrozî zindî dikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand jî: “Em bejna xwe li hember şehîdên xwe yên serbilind ên ku di rêya vê al û xaka Kurdistanê de canê xwe feda kirine, ditewînin.”

Roja 17.12 wek Roja Ala Kurdistanê hatiye diyarkirin, her sal ev roj bi bilindkirina alê û merasîmên taybet li saziyên fermî û cihên giştî yên Kurdistanê tê pîrozkirin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar