Mesrûr Barzanî piştevaniya Hikûmeta Kurdistanê bo mafên pêkhateyan tekez dike

Hewlêr-KDP.info. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekezî li ser piştevaniya tem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo mafên pêkhateyên Kurdistanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê derbarê de, nameyek ji her yek ji Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fayeq Zêdan, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert û Serokê Encûmena Komisyarên a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Omer Ehmed Mihemed re şand û tê de nîgeranî û nerazîbûna xwe li hember hewlên guhertin û destkarîkirina kursî û mafên pêkhateyên Kurdistanê nîşan da û daxwaz kir ku rê li van hewldanan bê girtin û mafên pêkhateyan neyên guhertin û parastî bin.




