Heger hevpeymanîya Niştimanîya li ser kandîdekê rênekeve, dê daxwaz ji alîyê Sedr bihê kirin bo kandîdekê destnîşan bike

Parlîyamenterekî hevpeymanîya kurdistanî eşkere kir, ku rênekeftina hevpeymanîya niştimanî bo destnîşankirna namzadekî li cihê Malikî, sedema serekîye ku heta niha serokê komara Iraqê daxwaza vekombûnên neasayîya parlîyamentê bo wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî ne kirîye.
Di evê derbarê de endamê hevpeymanîya kurdistanê "Şerîf Silêman" ji rojnama xendan re ragihand, ku hemû muhrên wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî keftîye destê serokê komar, lê belê serokê komar heta niha daxwaza serokatîya encumena nûnerên Iraqê nekirîye da ku kombûnekê ji bo wergirtina bawerîyê li Nûrî Malikî encam bide, ji ber ku heta niha hevpeymanîya niştimanî li ser kandîdekî li cihê malikî rênekeftine".
Tekez kir, ku hemû alî rkeftine ku posta serokatîyê pişka hevpeymanîya niştimanî be, weha jî got, lê belê heger ew di nav xwe de di maweyeka lihevhatî de li ser hilbijartina kandîdekê rênekevin, wê demê em dê daxwaz ji alîyê Sedr bikin ku kandîdekê bo posta serokatîya hukûmetê ji xwe re destnîşan bikin".




