25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Jinên Kurdistanê dibistanek bûye ji bo pêgehandina gelek jinên xwedî şiyan û rêber

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî bi peyameke pîrozbahiyê bi boneya 71emn salvegera damezrandina Yekîtiya Afretên (Jinên) Kurdistanê belav kir û diyar kir: ‘’Yekîtiya Jinên Kurdistanê xwedî roleke giring û diyar di dîroka tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de hebûye.’’

Îro Dûşema 11.12.2023 Mesrûr Barzanî peyamek pîrozbahiyê bi boneya 71emîn salvegera damezrandina Yekítiya Jinên Kurdistanê de belav kir û wiha got: ‘’Di 71emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê de  pîrozbayiyekî germ li sekreter û endamên mekteba sekreteriyê û hemû jinên Kurdistanê dikim, hêviya pêşketin û serkeftina zêdetir ji bo we dixwazim.

Yekîtiya Afretên Kurdistanê roleke giring û diyar di dîroka tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de lîstiye û dibistanek bûye ji bo pêgehandina gelek jinên xwedî şiyan û rêber.

Di vê boneyê de em pêbendbûna xwe ya ji bo parastina mafên jinên Kurdistanê û bihêzkirina rol û pêgeha jinan di rêveberî û pêşxistina şiyana wan de tekez nîşan didin.

Salvegera damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê pîroz be. Silav li ruhê paqij ê şehîdên Yekitiya Afretên Kurdistan û hemû şehîdên Kurdistanê.

 

Mesrûr Barzanî

Cîgirê Serokê PDKê

11.12.2023’’

Nûçeyên têkildar