Nêçîrvan Barzanî bo jinên Kurdistanê: Piştrast bin ji bo mafên we ezê hertim hevkar û piştevan bim

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta 71 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyamek belav kir û tê de ji jinên Kurdistanê re got, piştrast bin ezê herdem alîkar û piştevan bim ji we re.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
Ez bi germî 71 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê li hemû jinên Kurdistanê pîroz dikim. Xebat, qurbanîdan û têkoşîna wan ya ji bo parastina mafên jinan, azadî û wekheviyê bilind dinirxînim û hêviya serkeftinê ji wan ra dixwazim.
Yekîtiya Jinên Kurdistanê weke rêxistineke pêşeng ya parastina mafên jinan, di her du serdemên şoreş û azadiyê da roleke berçav xebata medenî di civaka Kurdistanê da lîstiye. Tevî parastina mafên jinan, bi sedan jinên jêhatî di hemû waran da û gelek kadir û serkirde ku di hemû warên jiyanê da xizmeta welat kirine, perwerde kirine.
Civakeke vekirî ya azad û pêşkeftî medenî bêyî azadiya jinê û mîsogerkirina tevahîya mafên wê pêk nayê û bi vê minasebetê ez piştgiriya xwe ya tevahî ji bo têkoşîna jinan dubare dikim. Bila Yekitiya Jinên Kurdistanê û hemû rêxistin û tevgerên jinan yên Kurdistanê dilniya bin ku ezê hertim ji bo mafên wan hevkar û piştevan bim.
Nêçîrvan Barzanî
11.12.2023




