Serokayetiya Herêma Kurdistanê kiryara terostiyên ya Bexda û Kerkûk şermezar kir

Bi mixabinî îro sêşem 19.03.2013 zîncîreyek teqîn û kiryarên terorîstî li Bexda û Kerkûk û çend navçeyekî dinê welat rû da, ku bi wê sedemê hejmareke welatiyên medenî şehîd û birîndar bûn.
Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê li demek de gelek bi tundî wan kiryarên terostiyan şermezar dikîn, daxwaz ji Hikûmeta Federal û aliyên pêwenîdaran jî dikîn bi cîddî kar bikin ji bo peydakirina mekanîzma dabînkirina aramî û parastina ser û malê welatiyan.
Her bi vê yekê jî pirse û serxweşiyê li kesukarê qurbaniyên van kiryarên terorîstiyane dikîn û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazîn.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
19/03/2013




