Bereya Turkmanî di hilbijatina encumena parêzgeha Kerkûkê de bi Kurdan re bi yek lîstê pişkdarî dikin

Kombûnek navbera berpirsê liqa du ya Partîya Demokrata Kurdistanê û şndeka bereya Turkmanî de hat sazkirin, ku pêhatibû ji berpirsê sîyasîyê bereya Turkmanî li herêma kurdistanê û berpirsê liqa Hewlêrê yê bereya Turkmanî "Azad Koreçî".
Di evê kombûnê de herdu alîya li ser rewşa sîyasîya Iraqê ya niha gengeşe kir, herweha bereya Turkmanî li hember evê rewşê helwêsta xwe bi temamî derbirî, ku ew bi hemû awayî piştivanîya pêkolên hevpeymanîya kurdistanî li Baxdadê û serkirdeya xelkê Kurdistanê dikin.
Piştire gengeşe li ser hilbijartinên parêzgehan û bi taybetî li parêzgeha Kerkûkê hat kirin.
Di evê derbarê de bereya Turkmanî amaje bi evê çendê kir, dibe ku bereya wan li bajêrê Kerkûkê digel lîsteya Kurd bi yek lîstî dakevin hilbijartinê, da ku bikaribin bi hemahingî xizmeta xelikê evî bajêrî bikin.




