Talebanî bi fermî muhrên wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî wergirt

Serokê komara Iraqê " Celal Talebanî" ragihand, ku wî muhrên wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê wergirt, herweha komîteyek jî bo dûvçûna muhran saz kir.
Di beyannameyekê de ku ji alîyê serokatîya komarê ve hatîye belavkirin, tê de hatîye" Celal Talebanî" muhrên parlîyamenteran bo wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê wergirt.
Herweha di evê beyannamê de hatîye, " Celal Talebanî komîteyek bi serokatîya berêveberê nivîsgeha wî "Nizar Muhemmed Se'îd" jî bo dûvçûna hejmara muhran da ku ti guman nemêne û li gorî destûra welêt saz kir".




