Konsulê nû yê Fransayê: Em pêbend in bi piştevaniya Herêma Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransa yê nû li Herêma Kurdistanaê Jean Brem kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşema 27.11.2023ê li bajarê Hewlêrê, di hevdîtinekê da digel Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Jean Brem tevî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê jê ra xwest û hemû piştgîriya xwe û aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî nîşan da. Herwesa xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehkirina têkiliyên xwe bi Fransayê ra dupat kir.
Ji aliyê xwe ve, Brem kêfxweşiya xwe bi destnîşankirina wî weke Konsulê Giştî yê nû yê welatê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku, dê dostanî, peywendî û hevkariyê hevbeş yên welatê xwe digel Herêma Kurdistanê di hemû waran de berfirehtir bike. Herwiha tekezî li ser pêbendbûna Fransayê bi piştevaniya Herêma Kurdistanê kir.
Di mijareke dinî vê hevdîtinê de, herdu aliyan di derbarê pêşhatên dawî yên li deverê nerînên xwe li hev guhertin.




