26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Em dê li dijî her cure tundûtûjiya hemberî jinan rawestin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ewê li dijî her cure tundûtûjiya hemberî jinan rawestin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Tundûtûjiya Li Ser Jinan peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand:

“Di vê rojê de em hemû jinên ku ji ber zayend û cudahiya xwe rastî zextan hatin û canê xwe ji dest daye bi bîr tînin. Ti tişt nikare êşa mezin a malbat û dayik û bavên van mexdûran bîne cih. Take aramiya wan ew e ku em hemû bi hev re bixebitin da ku edalet ji bo mexdûran cihê xwe bibîne. Her wiha em rêzê li rola jinên têkoşer, mamosteyên olî û hemû kesên ku bi her awayî ji bo baştirkirina rewşa jinan dixebitin digirin.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de herwiha anî ziman: “Bi vê minasebetê em soza xwe dubare dikin ku bi îradeyeke xurt û cidî em dê li dijî hemû tundûjiya hemberî jinan û mafên wan têbikoşin. Em dê di hevahengî û xebata li gel aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê, Îraq û qada navdewletî de berdewam bin. Em dê ti carî dest ji xebatên avakirina civakeke azad, dadmend û wekhev bernedin.”

 

Nûçeyên têkildar