Mesrûr Barzanî: Hikûmet di karê nehîştina tundiya li ser jinan de berdewam e

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser pabendbûna hikûmetê bi parastina mafên jinên Kurd û rûbirûbûna tundûtûjiyê bi giştî û tundiya li ser jinan bi taybetî dike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya Li Ser Jinan, peyamek li tora civakî “X” (Twittera berê) belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina mafên jinên Kurd û rûbirûbûna tundûtûjiyê bi giştî û tundiya li ser jinan bi taybetî tekez dikin.”
Di peyamê de hat gotin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di karkirina ji bo nehîştin û sînordakirina diyardeya tundûtûjiya li dijî jinan berdewam e, bi riya bihêzkirina pêgeha jinan di hikûmetê de, cîbicîkirina yasayan, bihêzkirina rola dadgehan û girtin û desteserkirin û sizakirina tawankaran.”




