25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û şanda serazî ya Brîtanyayê rewşa deverê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêwaziya Şêwirmendê Mezin ê Bergiriyê yê Brîtanyayê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û şanda pê re ya serbazî dike.

Îro Pêncşema 23ê Mijdara 2023ê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Şêwirmendê Mezin ê Bergiriyê yê Brîtanyayê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Marşal Sammy Sampson û şanda pê re kir.

Baregeha Barzanî parve kiriye ku di wê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û deverê û dawî pêşhatên ewlehiyê li ser astê Iraqê û deverê hatin behskirin.

Di wê hevdîtinê de, ronahî berda ser çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û hevahengiya navbera Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û Hêza Hevpeymanan û artêşa Iraqê. Şanda mêvan tekez li ser berdewamiya piştevanî û hevahengiya navbera Hêzên Hevpeymanan û Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê kir.

Nûçeyên têkildar