26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî bo şanda serbazî ya Brîtanyayê: Divê Iraq bi her awayî xwe ji şer dûr bixe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku metirsiya belavbûna şerê Xezayê li navçeyê heye û got, “Divê Iraq bi her awayî xwe ji şer dûr bixe.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Şêwirmendê Bilind ê Parastinê yê Brîtanyayê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Mareşalê Hewayî Martin Sammy Sampson û şandeya pê re civiya.

Di hevdîtinê de li ser pêşhateyên dawiyê yên li Xezeyê û encamên mihtemel ên wî şerî nirxandin kirin.

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku eger heye ew şer li herêmê belav bibe û got: “Divê Iraq bi her awayî xwe ji şer dûr bixe, eger na dê rewşa giran û aloz tevlîhevtir bibe.”

Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser rewşa siyasî ya Iraqê û girîngiya ewlehî û aramiya Iraqê anî zimên.

Nêçîrvan Barzanî û Sammy Sampson destnîşan kir ku divê hemû aliyên li Îraqê berpirsiyariyên xwe binîn cih.

Herwiha di hevdîtinê behsa hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li Îraqê hat kirin û girîngiya parastina wan hêzan hat guftûgokirin.

Herdu aliyan diyar kir ku DAIŞ hîn jî li Iraq û herêmê tehdîdek e û ji bo nehiştina DAIŞê pêwîstî bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî heye.

Mareşal Sammy Sampson jî amaje pê kir ku dê Brîtanya wekî endameke Hevpeymaniya Navneteweyî pêwendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re bidomîne.

Herwiha rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê mijareke din a hevdîtinê bû.

Herdu aliyan hevdîtinên dawiyê yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) wekî pêşhateke êrênî nirxandin.

Nûçeyên têkildar