26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Meysûn Demlûcî: daxwaza Malikî bo vekolîna muhran cihê lawazîyê ye

Çavkanî: KDP.info

Bêjedara lîsta El-Iraqîyye " Meysûn Demlûcî" dibêje, daxwaza serokê hukûmetê bo vekolîna muhrên parlîyamenteran bo wergirtina bawerîyê ji wî gelekî derenge û lawaze.
Nûrî Malikê di malpera taybeta xwe de belav kirîye, ku daxwaz ji Celal Talebanî serokê komara Iraqê kirîye, heger ew gelekî pabendî destûra Iraqê ye, gerek ew muhrên hatine komkirin radestî vekolîna tawan bike.
Li hember evê helwêstê jî " Meysûn Demlûcî" di bêjedanekê taybet de digel siteya Xendan ragihand, ku ev daxwaza han a Malikî cihê lawazîyê ye û di demekê pir dereng de hatîye.
Herweha eşkere kir, ku Malikî bi çendan rê û pêkol kirîye wek gefkirina parlîyamenterên lîsta Iraqîyye  da ku ji muhrên xwe vegerin, lê parlîyamenterên Iraqîye dest ji helwêsta xwe bernedan.

Nûçeyên têkildar