26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û balyozê Fransa rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê berdewamiya danûstandinên Hewlêr û Bexdayê ji bo çarekirina arêşeyan û serdanên vê dawiyê yên Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Petrolê yê Iraqê ji bo Hewlêrê erênî dibîne.

Îro Çarşema 15ê Mijdara 2023ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê li Iraqê Éric Chevalier kir.

Di hevdîtinekê de herdu aliyan behsa dawî pêşhatên piroseya siyasî ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û bizavên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, peywendiyê Fransayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa Rojhilata Navîn û bandor û encamên wê kir.

Nêçîrvan Barzanî berdewamiya danûstandinên Hewlêr û Bexdayê ji bo çarekirina arêşeyan û serdanên vê dawiyê yên Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Petrolê yê Iraqê ji bo Hewlêrê erênî diyar kir, û dilxwaziya Herêma Kurdistanê ji bo çarekirina arêşeyan bi Hikûmeta Iraqê re li ser bingeha destûrî tekez kir.

Herwiha derbarê rewşa aloziya Rojhilata Navîn de jî, herdu aliyan behsa bizavên rêgiriya li zêdetir berfirehbûna rewşê kir û tekez li ser giringiya parastina aramî û seqamgiriya Iraqê kir. Di vî warî de herdu alî hevra bûn ku Iraq nebe pareke aloziyan û hêzên hevpeymanan û diplomatkaran parastî bin.

Dawî serdana Nêçîrvan Barzanî û civîna wî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re û çend pirsên din ku ji bo herdu aliyan giring in jî mijarên vê hevdîtinê bûn.

Nûçeyên têkildar