Mesrûr Barzanî serdana Festîvala Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 14ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Festîvala Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li nav çend parekên festîvalê geriya ku tablo û karên destî yên xwendekarên Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê tê de hatine berçavkirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Ez bi xwe ji hunerê hez dikim û taybet hunerê şêwekarî, lewma min gelek pê xweş bû vê serdanê bikim. Ev kar ên ciwanên me ne, wan tiştên gelek xweşik kirine û min gelek hêvî bi wan heye ku dikarin li paşerojê bibin hunermendên gelek mezin. Her tiştekê ji destê me jî bê ji bo arîkarîkiya wan li vê derê û li hemî bajar û bajarkên din jî yên Kurdistanê, em dê ji wan re bikin.”
Serokê Hikûmetê herwesa got: Hatina min ji bo vê derê wekî piştevaniyekê ye ku bizanin em giringiyê didin hunerê. Karên hunerî li her welatekî dikarin dîrok û çanda wî welatî nîşanî cîhanê bidin.
Festîvala Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê dê sê rojan berdewam be û li her sê pişkên şêwekarî, şano û mozîkê, ji bilî nîşandana karên xwendekaran, dê gelek çalakiyên cuda cuda jî bên kirin.




