25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî Pêşangeha Navdewletî ya Pîşesazî û Avakirinê li Hewlêrê vekir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gera pêncê ya Pêşangeha Bazirganiya Navdewletî ya Pîşesazî û Avakirinê li Hewlêrê vekir.

Pêşangeha Bazirganiya Navdewletî ya Pîşesazî û Avakirinê, ku girêdayî keresteyên avakirinê, kareba, sîstema sarkirinê û germkirinê ye, bi pişkdariya 12 kompaniyên avahiyan û navxwe tê kirin. Di nav wan de 178 kompanî biyanî ne ku ji 10 welatên cuda cuda hatine, wekî Tikriye, Îran, Hindistan, Çîn, Îtalya, Îmarat, Lîtwanya û Azerbaycanê. Herwesa 36 kompaniyên navxweyî jî li ser astê Iraqê û Herêma Kurdistanê pişkdar in.

Ev pêşangeh dê ji bo dema sê rojan berdewam be û her roj ji seet 11ê sibeha heta 7ê êvarê dê vekirî be.

Nûçeyên têkildar