26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Rawestandina şandina petrola Kurdistanê bo derve ziyaeke mezin gehandiye dahata Iraqê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kuristanê ragehand ku rawestandina şandina petrola Herêma Kurdistanê bo derve zirareke mezin gehandiye dahata giştî ya Iraqê.

Îro Duşema 13ê Mijdara 2023ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokwezîrê Îraqê ji bo Karûbarên Enerjiyê û Wezîrê Petrolê yê Hikûmeta Federal Heyan Ebdulxenî û şanda pê re kir.

Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Îraqê û Wezîrê Samanên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wekalet amade bûn, dawî pêngav û rêkar ji bo destpêkirina şandina petrola Herêma Kurdistanê bo derve û danûstandinên aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de hatin behskirin.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ji bo danûstandinan û pêngavên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çarekirina kêşeyan û dubare şandina petrola Herêma Kurdistanê bo derve tekez kir. Herwesa amaje da wê yekê jî ku rawestandina şandina petrola Herêma Kurdistanê bo derve zirareke mezin gehandiye dahata giştî ya Îraqê, lewma giring û pêdivî dît ku petrola Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem dubare bo derve bê şandin.

Weîzrê Petrolê yê Iraqê jî dilxwaziya cidî ya Hikûmeta Federal û Serokwezîrê Îraqê ji bo çarekirina kêşeyan û dubare şandina petrola Herêma Kurdistanê bo derve tekez kir. Herwesa kurtiyek li ser armanca serdana xwe bo Herêma Kurdistanê û encamên danûstandinên aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de berçav kir.

 

Nûçeyên têkildar