26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Konsulê Qeter li Kurdistanê pêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyên Hewlêr û Dewheyê ji Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê re diyar dike.

Îro Duşema 13ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê Huseyn Elî Salih Elfezale kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî vekirina konsulxaneya Qeterê û destpêkirina karî wekî Konsulê Giştî yê Qeterê li Huseyn Elî Salih Elfezale pîroz kir û daxwaza serkeftinê ji wî re kir, herwesa hevkarî û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyên dualî ji wî re diyar kir.

Konsulê Giştî yê qeterê silav û rêzên Rêzdar Mîrê Qeterê gehandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amaje da peywendiyên bihêz û taybet ên navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê, herwesa amadehiya welatê xwe ji bo bihêztirkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re diyar kir, taybet di warên weberhênan û aborî de.

 

Nûçeyên têkildar