26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li yekem konsulê giştî yê Qeterê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Herêma Kurdisanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya yekem Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê Husên Elî Salih El-Fezale kir ku piştî vekirina konsulxaneya giştî ya Qeterê li Hewlêrê dest bi kar kir.


Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna El-Fezala kir û amadehiya xwe ji bo berfiretirkirina têkeliyên Herêma Kurdistanê ligel Qeterê nîşan da û got ku ji bo serxistina vê yekê dê Hikûmeta Kurdistanê alîkar be û piştgîriyê bide.

Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê Qeterê silavên Mîrê Qeterê gihand Serokê Herêma Kurdistanê û kêfxweşiya xwe ji bo vekirina konsulxaneya welatê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da. Herwiha tekez kir ku ewê hemû hewlên xwe bidin ji bo pêşxistina têkeliyên navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî de.

Her di vê hevdîtinê de pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û çendîn mijarên ku berjewendiyên hevpar hene hatin gotûbêjkirin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar